Li Fransayê 2 endamên DAIŞ'ê hatin girtin

Du kesên ku bi îdîaya, 'amadekarî ji êrîşa terorîstî ya beriya hilbijartinên Serokkomariyê dikirin' hatin binçavkirin, pêwendiya xwe bi DAIŞ'ê re hene û gelek madeyên teqemeniyê bi wan re hatine girtin.

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, ku duyemîn mezintirîn bajarê vî welatî ye, polîsên ser bi yekîneyên DGSI û Raîd duh danê sibehê operasyon kirin û hat ragihandin, ku du kesên 23 û 29 salî hatine binçavkirin. Hatibû eşkerekirin, ku kesên hatine binçavkirin amadekarî dikirin, ku beriya hilbijartinên roja Yekşemê li dijî namzetên Serokkomariyê yan jî buroyên hilbijartinê êrîşê bikin.

Dozgerê Parîsê, ku lêpirsîna van her du çeteyên welatiyên Fransayê ne dike, agahî da û diyar kir, 3 kîlo madeyên teqînê, gelek çek, bombe û fîşek bi van her du kesan re hatine girtin. Dozger ragihand, li malên gumanbarên êrîşê, flamayên çeteyên DAIŞ'ê hatine dîtin.

Dozger Françoîs Molîns diyar kir, êrîşkarên bi navê Clêment B. û Mahîedîne M. xwe ji bo 'êrîşeke gelekî dijwar amade' amade dikirin û anî ziman, ew hê cih û dema êrîşa dihat plankirin li Fransayê were kirin, nizanin.

Li Fransayê, di êrîşa terorîstî ya sala 2015'an a çeteyên DAIŞ û El Qaîdeyê de 238 kesan jiyana xwe ji dest da bûn.

Li Fransayê, ku di hedefa çeteyan de ye, roja Yekşemê wê tûra destpêkê ya hilbijartinên Serokkomariyê were kirin.