Li Fransayê 11 kes ji ber lehiyê mirin

Li başûrê Fransayê dawiya hefteyê ji ber barana zêde lehî rabû. 11 kes mirin, gelek kes jî birîndar bûn.

Li bajarê Aûde yê Fransayê ku li ser sînorê Spanyayê ye, şeva Yekşemê baranê gelekî da û ji ber vê yekê li gelek bajarokan lehî rabû. Baranê heta doh bi şev dewam kir.

Li gorî daxuyaniya Walîtiya Aûdeyê, li Trebesê 6, li Vîllegaîlhencê 2, li Vîllardonnel, Vîllalîer û Carcassonneyê jî yek bi giştî 11 kes mirine. Walîtiyê beriya niha ragihandibû ku 13 kes mirine.

Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, 8 kes bi giranî birîndar bûne û 2 kes jî hîn winda ne.

Barana ku li bajarên derdora Aûdeyê jî gelekî da, bû sedem ku gelek pir xera bibin û zerar li rêyên bejahî û hesinî bibe.

ŞAŞITIYA METEOROLOJIYÊ

Wezareta Karên Hundir jî ragihand, ew ne li bendê bûn ku li herêmê baraneke ewqasî dijwar bidê. Berdevkê Wezaretê Frederîc de Lanoûvelle mikur hat ku saziya meteorolojiyê ya Fransayê texmîneke şaş kiriye û got, normal diviyabû 'alarma sor' bihata dayin.

Barana ku şeş mehan dida, ji nişka ve di nava rojekê de li herêmê bariya. Serokwezîr Edoûard Phlîppe ji ber afeta li bajarê Aûdeyê çû herêmê. Hate ragihandin, li bajêr ku hîn bi hezaran mal bê elektrîk in, hikumetê mexdûrên lehiyê bi rengekî demkî li avahiyên cemaweriyê bi cih kir.