Li Filîpînê operasyona li dijî DAIŞ'ê: Nêzî 500 kesî mirine
Li Filîpînan di operasyona mezin a ji aliyê artêşe ve li dijî çeteyên girêdayî DAIŞ'ê hate lidarxistin de, heta niha nêzî 400 çete hatine kuştin.
Li Filîpînan di operasyona mezin a ji aliyê artêşe ve li dijî çeteyên girêdayî DAIŞ'ê hate lidarxistin de, heta niha nêzî 400 çete hatine kuştin.
Operasyona bi armaca tinekirina koma çete ya bi navê Maûte ya girêdayî DAIŞ'ê ku di 23'ê Gulanê de li bajarê Marawî yê li giravên Mîdanao destpêkirî didome.
Di daxuyaniya ji aliyê Wezareta Parastinê ya Fîlîpînan ve hatî kirin de, ji bo kontrolkirina bajêr di operasyonan de heta niha zêdetirî 380 çete hatine kuştin. Di operasyonan de 90 polîs û leşker, 39 sivîlan jî jiyana xwe ji dest dane.
Wezîrê Parastinê Delfîn Lorenzana îdîayên ku dibêjin di operasyona zêdetirî Mehek û nîv berdewam kirî de ku dibêjin 2000 sivîl jiyana xwe ji dest dane, direwand.
Li bajarê Marawî ji ber dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê beşek mezin yê bajêr hatiye xirakirin û bi sed hezaran kes jî ji cih û warên xwe bûne.