Li Ewrûpayê çalakiyên xwedîlêderketina Efrînê didome

Kurdistaniyên ku nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirker ên li ser Efrînê didin bang li Rûsya û Ewrûpayê kirin ku bila tifaqa qirêj a bi dewleta Tirkiyeyê re bi dawî bikin.

Kurdistanî û dostên wan ên li paytexta Fransayê Parîsê dijîn, li pêşiya Parlementoya Fransayê êrîşên dagirker ên li ser Efrînê protesto kirin û bang li Fransayê kirin ku bila Fransa dev ji bêdengiyê berde.

Di çalakiyê de belavokên li ser êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê hatin belavkirin.

MARSÎLYA

Li Marsîlyayê jî zarokên Kurdan ji bo ku balê bikşînin ser zarokên Efrînê yên ku di êrîşên dagirker de tên qetilkirin, meşek lidarxistin. Bi sedan jin û zarok tevlî meşê bûn. Zarok heta Nûneriya Ewrûpayê ya Marsîlyayê meşiyan û sloganên ‘Efrîn ne bi tenê ye’ berz kirin.

BORDEAÛX

Li bajarê Bordeaûxê yê Fransayê jî çalakiyên protestoyê hatin lidarxistin. Bi sedan Kurdistanî û dostên wan li pêşiya Nûneriya Elmanyayê ya li Bordeaûxê hatin ba hev. Çalakgeran ji bo balkişandina tifaqa qirêj a Elmanya û Tirkiyeyê tankeke maket danîn pêşiya nûneriyê.

STOCKHOLM

Li Stockholmê ya ku paytexta Swêdê ye Kurdistanî û dostên wan li pêşiya Sefaretxaneya Rûsyayê hatin ba hev û hevkariya Rûsyayê ya bi Tirkiyeyê şermezar kirin. Di çalakiyê de çalakvanan çelengeke reş danîn pêşiya Sefaretxaneya Rûsyayê.

BERN

Li bajarê Bernê yê Swîsreyê jî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê hatin protestokirin. Jinan li vê derê çelengeke reş danîn pêşiya Sefaretxaneya Rûsyayê û dosyeya li ser qetlîama Tirkiyeyê pêşkêşî rayedarên sefaretxaneyê kirin.

SAARBRUCKEN

Li bajarê Saarbruckenê yê Elmanyayê jî Kurdistaniyan li pêşiya Eûropa Galeriayê êrîşên dagirker ên Tirkiyeyê protesto kirin. Di çalakiyê de banga meşa roja Pêncşem û Şemiyê jî hate kirin.

AACHEN

Li bajarê Aachenê yê Elmanyayê jî Kurdistaniyan operasyona dagirker a Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê protesto kirin. Di çalakiyê de qala êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê û qetilkirina sîvîlan a bi tankên Elmanyayê hate kirin.