Li Endonezyayê ji ber şewata li girtîgehekê 41 kes mirin

Li herêma Cakarta ya Endonezyayê, ji ber şewata li girtîgehekê herî kêm 41 kes mirin. Bi dehan kes jî birîndar bûn.

Polîsên Endonezyayê ragihandin ku şewat sibeha Çarşemê li girtîgeha Tangerangê derketiye.

Şefê polîsan ê Cakartayê Fadil Îmran ji rojnamevanan re ragihand ku 41 girtî miriye, 8 jê giran nêzî 80 kes birîndar bûne.

Şewata ku bandora herî giran li beşa girtiyên ji narkotîkê mehkûmbûyî kir, li gorî dema herêmê saet di 03:00 de ji aliyê arkujan ve hate vemirandin.

Rayedar li ser sedema rûdana şewatê lêkolînê dikin. Gumanan dikin ku ji ber pirsgirêka elektrîkê rû dabe.