Li Elmanyayê mûçeya asgarî tenê 35 sent hate zêdekirin

Li Elmanyayê hikumetê derbarê mûçeya asgarî de ya ku bi milyonan kesan eleqedar dike, zêdebûneke pir biçûk kir.

Li Elmanyayê derbarê mûçeya asgarî de ya ku 3 milyon kesan eleqedar dike zêdebûneke biçûk hate kirin. Mûçeya asgarî ya saetekê ji 8 eûro 84 sentan, kirine 9 eûro û 19 sent.

Wezîrê Xebatê yê kabîneya hikumeta federal Hûbertûs Heîl biryarname pesend kir û piştî 1’ê Çileya 2019’an wê serê saetekê 35 sent were zêdekirin. Ji bo sala 2020’an jî tê payîn ku 20 sent werin zêdekirin.

Mûçeya asgarî ya ku bi zagonê ew ê were berfirehkirin jî gelekî kêm e. Li Fransayê ya ku dahata neteweyî gelekî kêm e, saeta mûçeya asgarî 9 eûro û 88 sent e. Piştî 1’ê Çilê tê payîn ku ev bibe 10 eûro.

Beriya pesendkirina mûçeya asgarî Wezîra Maliyeyê Olaf Scholz ji çapemeniyê re axivî û bal kişandibû ser vî tiştî ku zêdebûna mûçeya asgarî xisarê dide aboriyê. Scholz diyar kiribû ku mûçeya asgarî ya saetekê dikare bibe 12 eûro.