Li Elmanyayê kêmbûna xebatkarên pispor arîşeyeke mezin e
Li Elmanyayê ku mezintirîn welatê Ewropayê ye, di asta rekorê de mirov ketine ser kar lê hê jî xebatkarên pispor kêm in û ev weke kêmasiya herî mezin tê dîtin.
Li Elmanyayê ku mezintirîn welatê Ewropayê ye, di asta rekorê de mirov ketine ser kar lê hê jî xebatkarên pispor kêm in û ev weke kêmasiya herî mezin tê dîtin.
Li gorî daneyên dawî yên Rêveberiya Îstatîstîk a Federal, li Elmanyayê ku nifûsa wê 82 milyon e, hijmara kesên ku li Elmanyayê bi çalakî dixebitin û li kar digerin 44 milyon û 700 hezar e. Ji dema ku du Elmanya bûne yek, ji sala 1990’i ve ev asta herî mezin e ku gihaştinê.
Li gorî Gulana par di vê Gulanê de rêje 700 hezar kes lê zêde bûye.
Li gorî daneyên Ajansa Dîtina Kar a Federal di meha Hezîranê de hijmara bêkaran 25 hezar kêm bûne û hatiye 2 milyon û 473 hezaran. Li gorî Hezîrana par 142 hezar kêm bûne û rêjeya bêkariyê daketiye 5,5 ji 100’î.
ARÎŞEYA HERÎ GÎRÎNG KÊMBÛNA XEBATKARÊN PISPOR IN
Pisporê Benqeya Rabûnê yê Elman (KfW) Jorg Zeuner diyar kir ku di payizê de kêmbûna hijmara bêkaran wê bibe trenda herî domdirêj a li welêt.
Zeuner got li gel vê kêmbûna bêkaran jî li Elmanyayê hijmara xebatkarên pispor têra xwe kêm e û got bi piranî jî di pîşeyên doktorî, hemşîretî û teknolojiya ragihandinê de valahiyeke zêde heye. Zeuner got di ji bo van sektoran divê meaş werin zêdekirin.