Li Elmanyayê enflasyon gelekî zêde bû
Piştî yekbûna Elmanyayê cara pêşîn rêjeya enflasyonê bû ji sedî 7,3.
Piştî yekbûna Elmanyayê cara pêşîn rêjeya enflasyonê bû ji sedî 7,3.
Ji ber zêdebûna bihayên enerjiyê ya ji ber şerê Ukraynayê û aloziya di veguhêziya tedarîkê de, di meha Adarê de enflasyona Elmanyayê bû ji sedî 7,3.
Tê dîtin ku di meha Sibatê de 2,2 pûan zêde bûye. Piştî yekbûna Elmanyayê ya di sala 1990’î de cara pêşîn zêdebûneke wisa pêk tê. Di 3’ê Cotmeha 1990’an de axa Elmanyaya rojhilat (Komara Demokratîk a Elmanyaya Kevn) tevlî nav axa Elmanyaya rojava (Komara Federal a Elmanyayê) bûbû.
Ekonomîst ji Reûtersê re axivîn û diyar kirin meha ji sedî 1,8 û salane jî dibe ku ji sedî 6,7 zêdebûnek pêk were.