Li Elmanyayê di derbarê xebatên MİT'ê de lêpirsînek din

Di derbarên xebatên Rêxistina Sîxûriyê a Tirk (MİT) a li Elmanyayê, ji aliyê Serdozgeriya Giştî a Federal a Elmanyayê ve lêpirsînek din hate vekirin.

Hikûmeta AKP'ê ku bi rêya MİT'ê di derbarê kesên alîgirên Gûlen ku gelek agahî dabûn Rêxsitina Sîxûriya Elman (BND), BND jî agahiya van xebatên karê sîxûriyê bi berpirsên otorîter yên Elman re parvekirîbû. Hatibû îdakirin ku MİT'ê listeyek ji sedan nav û saziyan pêkhatî dabû.

Li gorî îdaya Rojnameya Suddeûtsche Zeîtûng û qenala NDR a Elmanyayê, lîsteya ku ji bo Serokê BND'ê Bruno Kahl hatî dayîn ‘Ji bo wisa difikirin ku ev agahî wê BND veşartî bihêle’ hatibû dayîn.

Piştî ku bûyer di medyaya Elmanyayê de cihekî berfireh girt, derket holê ku lêpirsîn hatiye vekirin.

Lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Giştî a Federal ya Elmanayayê, di çarçoveya lêpirsînê de wê agahiyên ku girêdayî kesên bi Gulen re çawe hatiye komkirin were lêkolînkirin. Li ser navê Serdozgriya Federal a ku li Karlsuhê ji aliyê berdevkekê ve, wê lêpirsîn girêdayî agahiyên ku saziay Elman a anti- espiyonaj be.

Lê belê nayê zanîn ku lêpirsîn tenê di derbarê xebatên alîgirên Fethullah Gulen yan jî hemû mûxalîfên Tirkiyeyê de hatine dest girtin.