Li Elmanyayê 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin

Li Meschedeya Elmanyayê Pêngava 15’ê Tebaxê bi kelecanî hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de ala netewî ya Kurdan a Kesk, Sor, Zer hildan jor. Li Munîhê jî pîrozbahî hate kirin.

Pîrozbahiya 15’ê Tebaxê bi pêşengiya Mala Kurdan hate lidarxistin. Destpêkê li ber komeleyê ala Elman, ala Kesk-Sor-Zer a ku temsîla Kurdan dike û ala CIK’ê bi hev re hildan jor.

Serokê Şaredariyê û gelek dostên Kurdan ên Elman tevlî vê çalakiyê bûn.

Li ber sirûdên Elman û Kurdan rakirin jor û dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berzkirin. Piştre jî li ser dikê Peywan Adin, Fewzî Narînxan, Welat Medenî û Koma Heval stran gotin. Pîrozbahî bi girtina govendê bi dawî bû.

Li Munîh a Elmanyayê jî li West Parkê 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin.

Çalakiya ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd ve hatî lidarxistin bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Di axaftinên hatîn kirin de dan diyarkirin ku ji roja yekem a pêngava 15’ê Tebaxê û heta roja me ya îro bi rihê berxwedanek pêş dikeve.

Di çalakiyê de berxwedêrên Heftenînê yên li dijî dagirkerên Tirk jî hatin silavkirin. Di dawiya çalakiyê de dîlan girtin û dirûşme berz kirin.