Li Elmanya krîza hilbijartinê: Rewşa Merkel krîtîk e!

Di hilbijartina eyaleta Hessenê ya Elmanyayê de Serokwezîr Angela Merkel derbeke giran xwar. Merkel diyar kir ku ew ê nebe namzeta serokatiya Partiya Xirîstiyanên Demokrat (CDÛ)yê.

Serokwezîr Angela Merkel ji ber qelsbûna partiya xwe, diyar kir ku di meha Kanûnê de ew ê di kongreya partiya xwe CDÛ’yê de nebe namzet. Ev biryar piştî hilbijartina eyaleta li Hessenê ya roja Duşemê hate dayîn.

Partiya Angela Merkel CDÛ 27 ji sedê dengan stend û bû partiya yekemîn. Lê li gorî hilbijartina di sala 2013’an de bi qasî 10 pûanan dengê xwe kêm kiriye. SPD a ku hevkariya koalîsyonê dikir jî dengê xwe kêm kir û 19,8 ji sedî deng stend.

SIYASETA ELMANYAYÊ JI HEV BELAV BÛ

Ev hilbijartin him ji bo CDÛ û him jî ji bo SPD’ê bû derbeke giran. Partiya Keskan bilind dibe û partiya rastgirên radîkal AfD jî ket hemû parlementoyên herêmî yên li Elmanyayê.

Partiya Keskan dengê xwe du qat zêde kir û 19,8 ji sedê dengan stend. AfD’ê jî 13,1 ji sedê dengan stend.

Hilbijartinên li Hessenê meyla li hilbijartinên Bavyerayê jî piştrast kir. Di hilbijartina Bavyerayê de hişyariyên cîddî li koalîsyona mezin a li Berlînê hatibû kirin.

A niha şeş partî ketine parlementoya herêma Hessenê û ev jî tê wateya ku siyaseta Elmanyayê ji hev belav bûye.

KARIYERA SIYASÎ YA MERKEL E DI XETEREYÊ DE YE

Divê Merkel vê carê belavbûna koalîsyona bi SPD’ê re asteng bike. Senaryoyeke wisa wê bibe dawiya aqûbeta Merkel. Bi îhtîmaleke mezin ev tişt wê dawiyê li kariyera siyasî ya Merkel bîne.

Rojnameya Sûddeûtche Zeîtûngê got ku, “Rewşa Merkel cîddî ye. Pirs ev e, gelo di demeke nêz de em ê etîketa ‘tasfiye’ bi paşiya koalîsyona Merkelê ve bizeliqînin an na?”

Zanyarê siyasetê yê Zanîngeha Dresdeyê Hans Vorlander ji televîzyona ARD’ê re axivî û bal kişand ser kêmbûna dengên CDÛ û SPD’ê. Vorlander got ku, “Ev herdu partî dişibin du kesên ku di avê de hevdu dixeniqînin.”