Li Efrîqaya Başûr di êrîşên li dijî şifêrên kamyonan de 200 kes mirin

Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan (HRW) ragihand ku li Efrîqaya Başûr di êrîşên ji Adara 2018’an yên li dijî biyaniyan de zêdetirî 200 kes mirine. HRW’ê daxwaza bihêzkirina parastina karkerên biyanî kir.

Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan (HRW) têkildarî pêla tundiyê ya demên dawî de raporek weşand.

Di raporê de hate diyar kirin ku welatiyên Efrîqaya Başûr bi çek, molotof, kêr û beran êrîşî şifêrên kamyonan û biyaniyan dikin. Li gorî raporê zêdetirî 200 kes mirine û sedan şifêr neçar mane karê xwe biterikînin.

Komelya xwediyên kamyonan ya Efrîqaya Başûr agahî da HRW’ê û diyar kir ku ji meha Adarê ve 75 bûyer çêbûne.

Midûrê HRW yê Efrîqaya Başûr Dewa Mavhînga bang li hikûmeta Efrîqaya Başûr kir ku kujer bila werin darizandin û ev nerazîbûn nîşan da; “Rayedarên Efrîqaya Başûr ne li dijî tundiyê şifêrên kamyonan diparêze û ne jî têkildarî kesên sûc kirine lêpirsîneke ewlehiyê dimeşîne”.