Li Efrîkaya Başûr qeza: Herî kêm 20 xwendekaran jiyana xwe ji dest da
Li Efrîkaya Başûr di encama qezaya otobûsa servîsê de herî kêm 20 xwendekaran jiyana xwe ji dest dane.
Li Efrîkaya Başûr di encama qezaya otobûsa servîsê de herî kêm 20 xwendekaran jiyana xwe ji dest dane.
Hat diyarkirin ku di encama qezaya ku 70 kêlometreyan dûrî paytext Pretorîayê de qewimî, piraniya kesên jiyana xwe ji dest dane, ji ber şewitîna otobûsê pêk hatiye.
Hat diyarkirin ku tîmên rizgarkirinê gelek xwendekar bi birîndarî rizgarkirine, sedemê rûdana qezayê jî tê lêkolînkirin.
Li Efrîkaya Başûr a ku her salê nêzî 13 hezar kes ji ber sedemê qezaya tirfîkê jiyana xwe ji dest dide, tenê Cejna Paskalyayê ve 250 kesan jiyana xwe ji dest daye.