Li Efrîkaya Başûr lêhî rabû: 253 kesan jiyana xwe ji dest da
Li eyaleta KwaZulu-Natal a li rojhilatê Komara Efrîkaya Başûr lehî rabû. Di lehiyê de 253 kes jiyana xwe ji dest dan.
Li eyaleta KwaZulu-Natal a li rojhilatê Komara Efrîkaya Başûr lehî rabû. Di lehiyê de 253 kes jiyana xwe ji dest dan.
Li eyaleta KwaZulu-Natal a li rojhilatê Komara Efrîkaya Başûr lehî rabû. Endamê Konseya Rêvebir a Tenduristiyê ya eyaleta KwaZulu-Natalê Nomagugu Simelane daxuyand ku heya niha 253 kes ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dane.
Ji serê hefteyê ve ji ber barîna barana zêde li Durban û derdora wê ku yek ji mezintirîn bajarên welat e, ji serê metrekareyî 300 milîmetre bû sedema lehî û şemitîna axê.
Ji ber lehiyê li herêmê gelek avahî û binesazî zirar dîtin û sewqiyata ji Bendera Durbanê ku bendera herî mezin a welat e hat rawestandin.