Li Efganistanê erd hejiya: Herî kêm 26 kes mirin
Li rojavayê Efganistanê bi pîleya 5,6 erd hejiya û herî kêm 26 kes mirin.
Li rojavayê Efganistanê bi pîleya 5,6 erd hejiya û herî kêm 26 kes mirin.
Li gorî Enstîtuya Sîsmolojî ya Emerîkan (ÛSGS) roja Duşemê li rojavayê welat erd hejiyaye.
Waliyê wîlayeta Badgîs Mûhammed Salîh Pûrdel diyar kir li navçeya Qadîsê xanî hilweşiyane û 26 kes mirine.
Li Efganistanê gelek caran erd diheje ji ber ku ew di nav plakayên tektonîk ên Hînt – Avrasyayê de ye.
Di sala 2015’an de jî bi pîleya 7,5 erd hejiyabû û nêzî 200 kes miribûn.