Li Efganistanê, di mizgefta Suniyan de teqîn çêbû, 10 kes mirin
Di mizgefteke Suniyan a li Kabîla paytexta Efganistanê teqîn çêbû. nêzî 10 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Di mizgefteke Suniyan a li Kabîla paytexta Efganistanê teqîn çêbû. nêzî 10 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Di du hefteyên dawî de li Efganistanê gelek teqîn çêbûn. DAÎŞ’ê berpirsiyartiya hin ji wan girtibû ser xwe.
Vê carê piştî nimêja Îniyê bi du saetan, di mizgefteke Suniyan de teqîn çêbû.
Li gorî rayedaran di teqîna di mizgefta Xelîfe Saib ya li navenda Kabîlê, nêzîkê 10 kesan jiyana xwe ji dest dane, 15 kes jî birîndar bûne.
Hat zanîn ku gava teqîn çêbû di mizgeftê de gelek kes hebûne.
Tebaxa 2021’an, bi bidestxistina desthilatdariyê ya ji aliyê Talîbanê ve, rewşa ewlehiyê kêmekî baş bûbe jî lê di meha Nîsanê de cardin êrîş zêde bûne.
Di êrîşan de bi taybetî Hazarên Şîî tên armanckirin. 28’ê Nîsanê roja Pêncşemê li Mezar-i Şerîf a li bakurê welat, bi bombeyan li dijî du mînîbusên ku rêwiyên Şîî tê de bûn êrîş pêk hat. Di êrîşan de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan. DAÎŞ’ê eşkere kiribû ku wan ew êrîş kirine.
21’ê Nîsanê li heman bajarê, di mizgefteke Şîiyan de teqîneke bombeyî çêbibû, herî kêm 12 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, 58 kes jî birîndar bibûn. DAÎŞ’ê berpirsiyariya wê êrişê jî girtibû ser xwe.
22’yê Nîsanê bi bombeyan êrîşê mizgefteke Suniyan a li bajarê Kûndûz a dikeve bakurê rojhilatê welat hat kirin. Di wê êrîşê de herî kêm 36 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.
Çend roj berê, di dibistanekê zarokên kur ya li taxeke Şîiyan a Kabîlê de teqîn çêbûn. Di teqînan de 10 kesan jiyana ji xwe dest dabûn.