Li Efganistanê di encama êrişekê de bi dehan kes mirin û birîndar bûn

Li rojhilatê Efganistanê di merasîmeke cenaze de êrişeke xwekujî hate kirin. Hate ragihandin ku bi dehan kes ji ber êrişê mirine û birîndar bûne.

Berdevkê waliyê wîlayeta Nangarharê Ataûllah Hogyanî got, "Saet derdora 11:00 êrişkarekî bombeyî di merasîma cenaze de teqemeniya li ser xwe teqand."

Berdevk got, "Li gorî agahiyên destpêkê 40 kes mirine û birîndar bûne."

Saet di 10:00 de jî li paytext Kabîlê li dijî Nexweşxaneyeke Doktorên Sînornenas êrişeke çekdarî pêk hatibû. Hêzên taybet ber bi herêmê ve hatin şandin. Têkildarî êrişê agahiyên berfireh bi dest neketin.