Li Kabîlê êrişek çekdarî li nexweşxaneyekê bû

Li paytexta Efganistan Kabîlê li dijî nexweşxaneyeke ku Doktorên Sînornenas (MSF) bi rê ve dibirin, êrişeke çekdarî bû.

Berdevkê Wezareta Karên Hundir Marwa Amînî diyar kir ku kesên çekdar êriş birin ser nexweşxaneyeke MSF'ê.

Berdevk ragihand ku hêzên ewlekariyê hewl dan êrişê têk bibin û got, "Saet di 10:00 de gelek kesên çekdar" êriş birin ser nexweşxaneyê.

Li gorî çavkaniyên MSF'ê, di dema êrişê de li nexweşxaneyê gelek nexweş hebûn. Têkildarî êrişê hîn detay nehatiye dayin. Nehate zanîn ku ji ber êrişê tiştek bi kesî hatiye yan na. Heta niha kesî berpirsyariya êrişê li xwe negirtiye.