Li Efganistanê bi 6.4 pileyî erd hejiya

Li herêma Hîndîkûş a li bakurê Efganistanê bi 6.4 pileyî erd hejiya.

Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (USGS) ragihand ku li herêma Hîndîkûş a li bakurrojhilatê Efganistanê, roja Pêncşemê danê nîvro bi 6.4 pileyî erd hejiya.

Hate ragihandin ku erdhej li herêma Cûrmê bi dema herêmê saet di 14:00 de pêk hat.

Li vê herêma çiyayî ku gelek caran erdhej lê dibe, nayê zanîn bê tiştek bi kesî hatiye yan na.

Hate ragihandin ku hem Kabûl hem jî paytexta Pakistan Îslamabad bi erdhejê hesiyan.