Li DYE'yê xwendekarekî 14 salî çar kes qetil kir

Li dibistaneke navîn a li başûrrojhilatê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) xwendekarekî 14 salî gule reşand û 2 xwendekar û 2 mamoste qetil kir. Êrîşkar hate girtin.

Midûrê Buroya Lêpirsînê ya Eyaleta Georgiayê ku êrîş lê hate kirin Chris Hosey got, "Kesê ku gule berda hate girtin." Hosey got, "Ew bi xwe xwendekarekî 14 salî yê dibistanê ye."

Rayedar diyar kir ku gumanbarê ciwan wê 'ji kuştinê bê darizandin û mîna yekî mezin wê bê darizandin."

Chris Hosey ragihand ku ji çar kesên li Winderê hatin kuştin 2 jê xwendekar, 2 jî mamoste bûn. Hate ragihandin ku 9 kes jî birîndar bûn.

Serê sibehê saet di 10:20'î de li ser banga rewşa lezgîn polîsan dest li dibistanê werda bûn.

Serokê DYE'yê Joe Biden daxuyaniyek da û hêrsa xwe ya li hemberî vê trajediya dawî anî ziman û got, ew ê qebûl neke ku ev yek li DYE'yê asayî bibe. Serokê demokrat bi salan e hewl dide qanûna peydakirina çekan sererast bike, lê belê nikare bi ser bikeve.

Alîkara Serok û namzeta Demokratan Kamala Harris jî di axaftineke xwe ya li kampanyayê de got, "Divê em tavilê dawî li vê şewba tundiyê ya çekan a li welatê xwe bînin."

Hevrikê wê namzetê komargehan Donald Trump jî çalakiya êrîşkarê çekdar şermezar kir û weke "yekî nexweş, bêhevsengî û cinawir" pênase kir. Eyaleta Goergia ku êrîşa çekdarî lê hate kirin, di hilbijartinên meha Mijarê de weke yek ji eyaletên diyarker tê dîtin.