Li DYE'yê ji bo çareseriya krîza aborî li hev nekirin

Ji bo plana xilaskirina aboriyê ya ji bo têkoşîna dijî krîza aborî ya ku li DYE'yê giran dibe Kongreyê û Qesra Spî li hev nekir.

Li DYE'yê ku ji ber hêla Covîd-19'ê bi dehan milyon mirov bêkar man, ji hevdîtinan a bi ji bo ku çarçoweya alîkariya bêkariya demkî were dirêjkirin, ti encam derneket. Ji hevdîtina Serokê DYE'yê Donald Trûmp û rêveberiya wî yên bi nûnerên Senato û Meclîsa Nûneran ku Kongreyê pêk tînin ti lihevkirin çênebû.

Demokrat, ku li Meclîsa Nûneran kursiyên wan zêdetir in, di hevdîtinan de xwestin ku alîkariya 600 dolarî ya her heftî heta Çile bidome, Komarparêz ên ku li Senatoyê kursiyên wan zêdetir in ev qebûl nekirin û xwestin ku kêmtir bidin. Komarparêz bi hinceta ku gelek kes ji dema ku dixebitîn zêdetir meaş distînin û 'neşixulînê wê teşwîq bike' dixwaze ku alîkariyê kêm bikin.

Lihevnekirina li ser alîkariya bêkariya demkî ya bi mebesta ku bi dehan milyon mirov kêmtir ji krîzê karîger bibin, fikar ew e ku  karîgeriyeke negatîf li ser aboriyê bike, ku van heftiyên dawî bi rabûna qedexeyên li ser gelek sektoran aborî hinekî rabûbû ser xwe.