Li DYE’yê êrîşa çekdarî pêk hat: 3 kes hatin kuştin

Li eyeleta Maryland a Amerîkayê di febrîqeyekê de ciwanekî 23 salî êrîşeke çekdarî pêk anî di encama êrîşê de 3 kes jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn.

Li Smîthsburgê di febrîqeyekê de êrîşeke çekdarî pêk hat. Li gorî kanala ABC News kesê gumanbar dikeve febrîqeyê û bi demançeyê nîvotomatîk guleyan direşîne.

Hat diyarkirin ku êrîşkarê hîspanîk ê 23 salî, 3 kes kuştiye. Li gorî çapemeniya Emerîkî,  di êrîşê de polîsek û êrîşkar jî di nav de gelek kes birîndar bûne.

Têkîldarî sedema êrîşê heta niha ti agahî nehatine dayîn.

Endamê Demokrat ya Marylandê Davîd Trone di Meclîsa Nûneran de wiha got: “Dîsa ji bo Amerîka rojeke zehmet.”

Trone ji kanala CBS News re axivî û wiha got: “Divê em şerm bikin ku ewqas sal in, em neketine nav lîv û tevgerê.”

Li gorî Rêxistina Gun Violence Archive ku êrîşen çekdarî ên rojane û qurbaniyan qeyd dike, piştî şeva 9’ê Hezîranê ve, ji serê salê û vir ve 8 hezar û 500 kes bi êrîşên çekdarî jiyana xwe ji dest dane.