Li DYE’yê dibe nêzî 40 milyon kes bêmal bimînin

Li DYE’yê li gorî lêkolînekê dibe nêzî 40 milyon kirêdar, di mehên li pêşiya me de ji ber nedana kirêya malê, metirsî heye ku bê mal bimînin.

Pandemiya Covîd-19’an bû sedema ku bi milyonan malbat di dayîna kirêya malên xwe de bikevin zoriyê. Ev rewş dibe sedemekî derxistina ji alan a girseyî.

Li gorî daneyên buroyên serjimêriyê, ji sedî 30’ê Emerîkiyan nikarin kirêya meha bê ya mala xwe bidin, yan jî ji vê bawerin ku nikarin bidin.

Aspen Instîtûte bal kişand ku nêzî 40 milyon kes dibe di mehên bê de metirsî heye ku ji malan bên derxistin.

Gelek kirêdar jî bi mehanin kirêya malên xwe nadin. Li gelek eyaletan biryarên rawestandina  derxistina ji malan hêdî hêdî tên rakirin.

Alîkariya hikûmeta federal a ji bo yên çavkaniya xwe ya jiyanê winda kirin a heftane 600 dolarî dihate dayîn jî di 31’ê Tîrmehê de bi dawî bibû.