Li DYE’yê bahoz rabû: Herî kêm 3 kes mirin

Li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bahoz bû sedema balîsokan û di encamê de sê kes mirin. Ji ber ba û berfê jî li bakurê welêt bi sed hezaran mal bê elektrîk man.

Li gorî saziya meteorolojiyê Servîsa Hewayê ya Navneteweyî (NWS) ya DYE’yê, baranên tund ên ku bûn sedema lehiyê, bayên tund ku di saetê de 80 km derbas kirin û bahozê bandor li bejahiyên rojhilat ên DYE’yê kir.

Waliyê New Jersey’ê Phîl Mûrphy daxuyanî da medyaya herêmî û got ku divê her kes li hemberî van bûyeran hişyar be.

2 balafirên Aîr Force yên ayîdê Alîkarê Serok Kamala Harrîs wê li Baregeha Hêzên Hewayî Andrews a li Maryland’ê daketiban xwarê, lê ji ber şert û mercên hewaya xerab bi neçarî li Balafirgeha Navneteweyî ya Dûlles daketin xwarê.

Bahoz li başûrêrojhilat li Floridayê jî çêbû û Walî Ron DeSantîs rewşa awarte ragihand.

Li gorî rayedarên Catawba Coûntry li Bakurê Carolîna’yê kesek li devereke ku gelek malan lê ziyan dîtibûn, jiyana xwe ji dest da.

Li Georgîayê li gorî polîsên Clayton Coûntry dar bi ser wesayîtekê de ket û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî malpera çavdêriyê Poweroûtage.us’ê roja Sêşemê zêdeyî 890 hezar mal bêyî elektrîk man.

Li gorî servîsa rewşa hewayê bahoza vê zivistanê, di heman demê de bû sedem ku li navîna bakurê welêt befr zêde bibare û niha hêdî hêdî bandorê li herêma Golên Mezin dike.