Li DYE'yê bahoz: Herî kêm 63 kes mirin

Li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ji ber bahoza ku bandoreke giran li rojhilat û başûrrojhilatê vî welatî kir, herî kêm 63 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li 10 eyaletan bi milyonan mirov bê elektrîk man.

Li gorî rayedaran li Carolina ya Başûr herî kêm 24 kes, li Georgiayê 17 kes, li Floridayê 11 kes, li Carolina ya Bakur 10 kes, li Virginiayê jî kesekî jiyana xwe ji dest dan.

Helene êvara Pencşemê weke bahozeke ji kategoriya 4'emîn li bakurrojavayê Floridayê gihîşt qada bejahî. Bayê ku ji ber bahozê rabû saetê 225 kîlometre bi hêz bû.

Bahozê piştre berê xwe da bakur û hêza xwe winda kir. Lê belê tabloyeke giran li pey xwe hişt.

Serokê DYE'yê Joe Biden roja Şemiyê daxuyaniyek da û got, "Ji ber windahî û hilweşînên ku bahoza Helene bû sedem ez xemgîn im." Biden got, "Rêwîtiya ber bi avakirin û başbûnê wê rêwîtiyeke dirêj be."

Alabama, Florida, Georgia, Carolina ya Bakur, Carolina ya Başûr û Tennessee di asta federal de rewşa lezgîn ragihandin.

Navenda Bahozê ya Neteweyî (NHC) hişyarî da ku qutbûna eletkrîkê dibe ku 'demdirêj' be û got, pştî felaketa lehiyê ya du rojan wê rewş ber bi başiyê ve biçe.

Li Asheville ya li Carolina Bakur heta niha li qadên berfireh hezazê û lehiyê rû da.

Waliyê Carolina Bakur Roy Cooper êvara Înê civîneke çapemeniyê lidar xist û got, "Ev yek ji bo herêmên li rojavayê Carolina ya Bakur yek ji bahozên herî giran ên dîroka nûjen e."