Li DYA’yê hilbijartina biqasî referandûmê bi wate destpê kir

Li DYA’yê hilbijêr ji bo hilbijartina dema navber a ji bo Donald Trûmp mîna hilbijartina testê ye, çûn ser sindoqan.

Amerîkiyan ji bo hilbijartina 435 kursiyên Meclîsa Nûneran, 35 kursiyên Senatoyê û nêzî 30 waliyên nû bên hilbijartin, banga çûyîna ser sindoqan kirin.

Ev hilbijartin piştî du salan a hilbijartina 2016’an ku Donald Trûmp ber bi Seroaktiyê ve bir û şûnde pêk hat.

Hilbijartina dema navberê, biqasî testê di warê alîgirên Trûmp û dijî wî de mîna refarandûmekê ye.

Demokrat li bendêne ku di vê hilbijartinê de li Kongreyê piraniyê bi dest bixin. Di rewşa heyî de di parlemetoya Amerîkayê de piranî di destê komarparêzan de ne.

Eger ku demokrat di Meclîsa Nûneran de piraniyê bidest bixe, ji bo Trûmp ji erkê bê girtin, îhtimala pêvajoyekê bê destpêkirin jî zêde dibe.

Bi vî rengî eger ku demokrat di parlemetoyê de piraniyê bi dest bixe, bi taybet wê têkiliyên Trûmp ê bi kampanyay hilbijartina 2016’an serokatiyê ya bi Rûsyayê re bê lêkolînkirin.