Li DYA’yê bi hezara zarokên koçber ji malbatên wan hatin veqetandin

Li DYA’yê ji meha Nîsanê ve li dijî koçberan polîtîkayên hişk ketin dewreyê û bi hezaran zarokên biyanî ji malbatên wan hatin veqetandin.

Piştî ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Donald Trûmp li dijî koçberiyê sererastkirinên hişk pêk anî û şûn de hate astengkirin ku bi hezaran penaber sînor derbas bikin. Di heman demê de gelek koçberên ku bi hinceta ku  ne qanûnî sînor derbas kirine, hatin girtin.

Li DYA’yê tevî ku koçber û zarokên xwe derbas jî bûbûn lê pirsgirêk hene.

Li gorî agahiyên Wezareta Karê Hundir dane, di navbera19’ê Nîsan-31’ê Gulanê de hezar û 995 zarokên ku bi malbatên xwe re sînor derbas kirin ji malbatên wan hatin veqetandin. Bi van zarokan re hezar û 940 kesên gihaştî yên ku sînor derbas kirin hatin girtin û ev kes wê di dema lêpirsinê ji aliyê polîsan ve girtî bimînin.

Berdevkê Wezareta Karê Hundir veqetandina zarokan ji malbatan parast û got, li dijî koçberiya derveyî qanûnan wê çavê xwe negirin. Berdevk wiha got; “Rêveberiya Trûmp hişkere  gotibû ‘êdî çavê xwe ji qanûnan re nagrin’ ”.