Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Li dijî bilindbûna dolar xelkê Iraqî daketin qadan

Ji ber bilindbûna nirxê dolar ya li ber dînarê Iraqî rê li ber xwepêşandanên girseyî yên gel vekir. Li paytext Bexda û Dîwaniyê gel daketin qadan û daxwaz kir ku nirxê dolar dakeve.

Di demên dawî de roj bi roj nirxê dolarê Emerîkî li beramberî dînarê Iraqî bilind dibe. Li dijî bilindbûna nirxê dolar, bi dehan kes li ber derê Banka Navendî ya Iraqê a li Bexdayê kombûne û dest bi xwepêşandanê kirin.

Kesên tev li xwepêşandanê bûne, bang li hikûmeta Iraqê dikin ku nirxê dolar li beramberî dînarê Iraqî daxe. Di van kêliyan de jî welatî li ber derê bankêne û dixwazin hikûmet pirsgirêkê çareser bike.

DÎWANIYE

Karker û esnafên parêzgeha Dîwaniye jî li dijî bilindbûna nirxê dolar dikanên xwe girtin û grev ragihandin.

Bi vê armancê li gorî medya Iraqê dikandar û esnafên parêzgeha Dîwaniye çalakiyek lidarxistin. kedkar û esnafan dikanên xwe venekirine û grev ragihandin.

Di çalakiyê de bang li hikûmeta Iraqê hate kirin da ku nirxê dolar daxe xwarê.