Li Cezayîrê gelek îslamiyên radîkal hatin kuştin

Li Cezayîrê yekîneyên artêşê li dijî komên Îslamiyên Radîkal operasyon lidar xistin, di operasyonê de 9 mîlîtan hatin kuştin.

Daxuyaniya ji hêla Wezareta Parastina Cezayîrê ve hate dayîn, hat diyarkirin ku li herêmên çiyayî yên ku Qebîleyên Berberî dijîn, operasyonên berfireh ên leşkerî zêde bûne.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku, li Azzefoûn a ku 170 km dikeve rojhilatê Cezayîrê, 9 îslamiyên radîkal ‘terorîst’ hatine kuştin. Nayê zanîn ku ew kesên ku hatine kuştin girêdayê kîjan komê ne.

Di hefteyê dawîde li Cezayîrê li dîjî DAÎŞ’ ê operasyon zêde bûne. Di daxuyaniyekî 15’ê Sibatê hate kirin de, di operasyonên li herêma Boûîrayê de kuştina 14 terorîstan hatibû, ragihandin.

Di operasyonên sala bihurî de li Cezayîrê 125 îslamiyên redîkal hatibûn kutşin, her wiha di meha Çileyê de jî gelek endamên komên bi çeke hatibûn kuştin.