Li Cenevreyê krîza li ser ‘Sûriyeyê’ didome

Ligel ku NY israr dike jî krîza di civînên Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê didome. Heyeta rejîma Sûriyeyê tevlî civînan nabe û diyar kir ku komên ‘mûxalif’ heyeta Tirkan e.

Krîza di civîna Destûra Bingehîn a Sûriyeyê de didome ya ku nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nehatibûn vexwendin. Di tûra duyemîn a civîna de ‘mûxalif’ên ku Tirkiye piştgiriyê didin wan, sê xalên heyeta rejîma Sûriyeyê qebûl nekirin.

Heyeta rejîma Sûriyeyê xwestibû ku bila ‘Li Sûriyeyê li dijî komên cîhadîst ên di nav axa Sûriyeyê de têkoşîn were kirin, zextên li ser Sûriyeyê were rakirin û êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were şermezarkirin.’

Heyeta mûxalif a ku Tirkiye piştgiriyê dide wan , ev xal qebûl nekiribûn û ji ber vê jî heyeta rejîmê ji civînê derketibû. Nûnerên Neteweyên Yekbûyî ji bo ku heyeta rejîmê tevlî civînê bibe, gelekî israr kirin lê ev israr negihişt encamê.

Endamê heyeta rejîma Sûriyeyê ji Ajansa SANA’yê re axivî û got ku “Ev heyetên ‘mûxalif’ kî ne, nasnameyan ne zelal e û tê zanîn ku çeteyên dewleta Tirk sûcên şer dikin. Saziyên navneteweyî yên wekî HRW û Rêxistina Efûyê jî nerazîbûn nîşanî van sûcên şer dabûn.”

Ji bo vê civînê bangî Kurdan nehatibû kirin. Rêveberiya Xweser jî diyar kiribû ku ew ê vê hewldanê nas nekin. Berê jî di civînên wisa de bangî Kurdan nekiribûn û ev civîn yek jî negihiştibû armanca xwe.