Li Brîtanyayê beriya Brexîtê hilbijartina pêşwext pêk tê

Li Brîtanyayê têkoşîna Brexîtê bi wergirtina biryara hilbijartina pêşwext derbasî qonaxeke nû bû.

Li Brîtanya Mezin rewşa nediyar a pêvajoya Brexîtê didome. Daxwaza Serokwezîr Borîs Johson a ji bo pêkhatina hilbijartina pêşwext ku çend roj berê hate redkirin vê carê li Kamara Avamê hate pejirandin.

Di rûniştina Kamara Avamê de nîqaşên tund di navbera alîgir û dijberê Brexîtê hate kirin. Di encame de biryar hate wergirtin ku hilbijartina pêşwext di 12’ê Kanûnê de bê kirin.

Di dengdanê de Partiya Karker li ber rabû, lê Demokratên Lîberal û Partiya Neteweyî ya Skoç dengê ‘erê’ da pêkhatina hilbijartina pêşwext.

Li gorî anketan Partiya Mûxafazakaran a bi lîderiya Serokwezîr Borîs Johson bi 10-15 pûanan li pêşiya Partiya Karkere. Lê belê di piraniya hilbijartinên Brîtanyayê de encam berevajî texmîna anketane.