Li Brezîlyayê xwepêşandanên li dijî Temer

Li dijî Serokdewletê Brezîlyayê Mîchel Temer, ku îdîayên nelirêtiyê yên têkildarî wî zêde bûne, bi deh hezaran kes daketin qadan. yekîneyên leşkerî li paytext Brasîlîayê hatin bicihkirin.

Li dijî Serokdewletê Brezîlyayê Mîchel Temer, ku îdîayên nelirêtiyê yên têkildarî wî zêde bûne, bi deh hezaran kes daketin qadan. yekîneyên leşkerî li paytext Brasîlîayê hatin bicihkirin.

Çalakgerên ji gelemperiya welêt hatin û li ber gelek wezaretên li paytext Brasîlîayê xwepêşandan lidar xistin, avahiya wezareta çandiniyê dagir kirin. Li vê avahiyê şewat derket û ji ber vê şewata ku demeke kin dewam kir, avahî hate valakirin. Polîsan jî dor li avahiya Wezareta Karên Derve û Qesra Serok Serokdewletiyê girtin û bi vî rengî ew parastin.

Bi deh hezaran xwepêşandêran berê xwe dan Qesra Serokatiya Dewletê, lê polîsan bi bombeyên ku çavan dişewitîne dest li xwepêşandêran werdan. Xwepêşandêran jî bi keviran bersiv dan hêzên ewlekariyê.

Bi deh hezaran kesî, bi qîrîna dirûşma "Temer derkeve derve" meşiyan. Ji ber ku pêşî li xwepêşandêran nekarî bê girtin, Wezareta Parastinê yekîneyên leşkerî şand navenda bajêr.

ROÛSSEFF: DAWÎ LI HIKUMETA DARBEKAR HATIYE

Dîlma Roûsseff a sosyalîst jî, ku di hilbijartinên par de bi îdîaya ku bi daneyên budçeya cemaweriyê lîstiye ji Serokdewletiyê hate girtin, da xuyakirin ku Mîchel Temer li dijî wê 'darbeya parlamentê' kiriye. Roûsseff got, dawî li Temer û hikumeta wî hatiye.

Roûsseff bal kişand ser karên ne li rê yên Temer û endamên hikumetê û diyar kir, gel dixwaze lîderê rastgir Temer biçe.

Mîchel Temer ku alîkariyê Dîlma Roûsseff bû, di dûrxistina ji wezîfeyê ya Roûsseff de rola wî girîng bû.