Li Brezîlyayê raperîna polîsan: 5 rojan 147 kes hatin kuştin
Li eyaleta Ceara ya Brezîlyayê ku polîsên leşkerî ji bo mûçeyekî baştir serî hildane, di nava 5 rojan de herî kêm 147 kes hatin kuştin.
Li eyaleta Ceara ya Brezîlyayê ku polîsên leşkerî ji bo mûçeyekî baştir serî hildane, di nava 5 rojan de herî kêm 147 kes hatin kuştin.
Polîsên leşkerî ku alîkariyê bi asayîşa li eyaletan dikin, roja Çarşemê serî hildan. Serhildana polîsên leşkerî dewam dike. Serokdewletê rastgirê tund Jaîr Bolsonaro leşker û polîs şandibû herêmê.
Li gorî agahiyên dawî ji ber raperîna li eyaleta Cearayê di nava 5 rojan de herî kêm1 47 kes hatin kuştin. Ev jî tê wateya zêdebûna bi 5 qatî ji bûyerên kuştinê.
Li gorî agahiyên di medyayê de nêzî 200 polîsên leşkerî yên tevlî raperînê bûn ji wezîfeyê hatin dûrxistin û 37 jî hatin girtin.
WEZÎRÊ ÇEPGIR Ê BERÊ BI ÇEKÊ BIRÎNDAR KIRIN
Polîsên leşkerî yên êriş birin ser gelek qereqolên polîsan li gelek cihan bend danîn û gule berdan kesên hewl didin ji bendê derbas bibin. Li gorî agahiyan, ji senatorên çepa navendî Cîd Gomes ê ku li bajarê Sobralê hewl da bi greyderê bendan ji holê rake bi çekê hate birîndarkirin.
Gomes di rêveberiya Dîlma Roûsseff a navbera salên 2011 û2 016'an de Wezîrê Perwerdeyê bû.