Li Brezîlyayê operasyona li dijî çeteyan: Bi dehan kes mirin

Hate ragihandin ku li Brezîlyayê di operasyonên dijî bazirganên narkotîkê de herî kêm 25 kes mirine.

Li taxa Jacarezinho ya bajarê Rio de Janeiro li dijî çeteyên narkotîkê operasyoneke berfireh hate lidarxistin. Di operasyonê de ku bi yekîneyên taybet hate kirin, şer qewimî û hate ragihandin ku bi dehan kes mirine.

Li gorî daxuyaniya fermî, operasyon li dijî çeteyên ku hewl didan zarokên biçûk tevlî xwe bikin hatiye kirin û di encamê de yek jê polîs herî kêm 25 kes mirine. Di operasyonê de gelek kes birîndar bûn ku hin ji wan sivîlên li derdorê ne.

Li gorî platformeke înternetê ya bi navê Fogo cruzado, ji sala 2016'an dema destpêkirina jimartinên bi vî rengî û vir ve operasyona doh a herî kujer bû.

Operasyona bi xwîn a doh li gel biryara qedexeyê ya Dadgeha Bilind a Brezîlyayê hate kirin. Dadgehê qedexe kiribû ku heta şewba Covîd-19 hebe, qedexe ye ku polîs biavêjin ser taxên xizan lê ne.