Li Belarûsê bi qasî 7 hezar çalakger hatine destgîrkirin

Li Belarûsê piştî hilbijartina serokkomariyê di çalakiyên protestoyê de roja Çarşemê 700 kes hatin destgîrkirin.

Çalakiyên protestoyê di roja çaran de didome. Wezareta Karê Navxweyî ya Belarûsê jî roja Çarşemê diyar kir ku 700 kes hatine destgîrkirin. Hejmara kesên hatine destgîrkirin bû 6700.

Wezaretê diyar kir ku ji roja Yekşemê heta niha 103 polîs birîndar bûne û 28 polîs jî li nexweşxaneyê tedawî dibin.

Wezaretê hejmara çalakgerên birîndar eşkere nekir. Hatibû diyarkirin ku polîsan bi fîşekên plastîk, jop û bombeyên dengan êrîşî çalakgeran kirine. Ji destpêka çalakiyên muxalif û heta niha du çalakger hatine kuştin.

Di hilbijartina serokkomariyê de Aleksandr Lûkaşenko cara 6’an bi ser ket lê li gorî mûxalifan Lûkaşenko bi dek û dolaban di hilbijartinê de bi ser ketiye.