Li Behra Spî keştiya 130 koçber li nav bû noqî avê bû, kes jê ne filitîne

Rêxistina civaka sivîl SOS Méditerranée ragihand ku li peravên Lîbyayê li dorî keştiyekê derdorî 10 cenaze dîtine. Tê diyarkirin ku keştiya 130 koçber li nav bûn, ti kes jê nefilitîne.

Alarm Phone ya di demê zehmet de têkildarî koçberan bi dildarî sîstemeke ya hişyariyê ye, roja Sêşemê rêxistina civaka sivîl agahdar kiriye. Alarm Phone ragihandinbû ku li peravên Lîbyayê 3 keştî dîtine.

Ocean Vîkîng û 3 keştiyên bar li gel ku girêdayî saziya civaka sivîl a navenda wê li Marsîlyayê ye, çûn qadê, Keştiyeke ya bar 3 cenaze tesbît kirin. Piştre jî wesayîteke Frontex a saziya çavdêriyê ya sînorên Ewropa çavdêrî dike, keştiya noqî avê bûyî tesbît kir.

Ocean Vîkîng a roja Pêncşemê çû qadê, li derdorî cihê ku keştî noqî avê bûye derdorî 10 cenazeyan dibîne. Kordînatora tîma rizgariyê Lûîsa Albera, diyar kir ku tu koçberek bijî nedîtine.Diyar kir ku ji bo yên li nava keştiyê ku bê dîtin ti hêviyek jî nemaye.

Li gorî Rêxistina Koçberan a Navneteweyî ji 1’ê Çileyê û vir ve piranî Tûnûsî û Lîbyayî yên xwestine ji ser Behra Spî re bigihêjin Ewropayê bi kêmanî 253 kes mirine.