Li Başûrê Sûdanê aştiya mayinde dîsa hate taloqkirin

Li Başûrê Sûdanê ji bo şerê ku bûyî sedema mirina bi deh hezaran kesî raweste peymana ‘parvekirina rêveberiyê’ taloq bû û aştî dîsa ma bihareke dî.

2011’an li Başûrê Sûdanê ku ji Sûdanê serxwebûna xwe bi dest  ve anî, lihevnekirina di navbeyna Serokdewlet Salva Kîîr û alîkarê wî yê 2013’an Rîek Machear de, di navbeyna gelên Dînka û Nuer de bûbû şerê navexwe.

Di şerê navxwe de bi deh hezaran mirov hatin kuştin, ji ber ku Rîek Machar û alîgirên wî serî rakiribûn piraniya wan hatibûn sirgûnkirin.

Van salên dawî piştî ku şerê navxwe bi giştî temirî bû, siûda ku aştî pêk were zêde bûbû. Lê hate radihandin ku îmzekirina pêşpeymanê ku di navbeyna Sala Kîîr û Rîek Machar de parvekirina desthilatê dianî, hate taloqkirin.

Wezîrê Karê Derve yê Sûdanê Al-Dirdirî Ehmed, ku navbeynkarî di navvbeyna aliyan de dikir, got, merasîma îmzeyê heta demeke nediyar hatiye taloqkirin. Ehmed got dibe ku li hin xalên peymanê hûr bibin û ev pêşniyar jî ji aliyê Rîk Machar ve hatiye.

Beriya niha jî Kîîr û Machar li hev kiribûn ku yekîneyên leşkerî yên nav bajêr werin vekişandin  û agirbersta domdirêj bikn. 7’ê Tîrmehê piştî peymana li paytexta Uganda Kampala ya bi çarçoweya parvekirina desthilatê, 13’ê Tîrmehê Neteweyên Yekbûyî (NY) amborgoya îthalata çekan anîbû ser Başûrê Sûdanê.