Li başûrê Iraqê agir bi avahiya walîtiyê hate xistin
Bi hezaran welatiyên li bajarê Zî kar a dikeve başûrê Iraqê daketin kolanan, agir berdan avahiya walîtiyê.
Bi hezaran welatiyên li bajarê Zî kar a dikeve başûrê Iraqê daketin kolanan, agir berdan avahiya walîtiyê.
Xwepêşandanên li Iraqê ku roja Pêncşemê destpê kir îro jî mezintir û belav bûn. Xwepêşandan li bajarê Şîi a dikeve başûrê welat û paytext Bexda belav bû.
Li bajarê Zî Kar a dikeve başûr jî bi hezaran kesên daketin kolanan, agir berdan avahiya walîtiyê. Ji avahiyê dûxela reş bilind bû.
Li gorî çavkaniyê polîsan, li bajûrê welat agir bi avahiyên partiyan hatine xistin.