Li başûrê Çînê barana zêde: Bi sed hezaran kes hatin veguhastin

Li başûrê Çînê ji ber barana zêde lehî rabû û erd şemitî. Ji bo tedbîrê bi sed hezaran kes ji herêmê hatin veguhastin.

Li herêmên navîn û başûr ên Çînê, dawiya biharê bi destpêka havînê re baran gelekî dibare. Li van herêman gelek febrîqe hene. Ji ber barana rojên dawî li wîlayeta Gûangdongê, bandoreke giran li vê sektorê bû.

Li bajarê Shaogûanê ku bi 200 kîlometreyî li bakurê paytexta wîlayetê Cantonê ye, di asta herî bilind de alarma sor ji bo felaketên lehiyê hate dayin.

Dibistanên li herêmê kirin navendên stargehê yên demkî û bi sedan kon li qada sporê hatin danîn.

Li herêma Gûangxî ya li başûr jî ji sala 2005'an û vir ve barana herî zêde bariya.

Li gorî medya xwecihî, şêniyên herêmê bi botan hatin veguhastin, qadên xwecihî di nava heriyê de man.

Servîsên meteorolojiyê yên herêmî diyar kirin ku ava 28 çeman di asta alarmê de fûriya ne.

Li rojhilat jî li wîlayeta Fîjûan a li pêşberî girava Taywanê, ji destpêka mehê û vir ve zêdeyî 220 hezar kes ji bo tedbîrê ji herêmê hatin veguhastin.

Li Gûangdong, Fîjûan û Gûangxiyê, ji sala 1961'ê û vir ve barana herî zêde bariya.

Di sala 2021'ê de li navenda Çînê felaketên giran ên lehiyê rû da bûn û zedeyî 300 kesî jiyana xwe ji dest dabûn. Piraniya qurbaniyan jî li bajarê Zhengzhoûyê ji ber lehî û heriyê jiyana xwe ji dest dabûn.