Li Bangladeşê agir bi depoya konteynirê ket: Zêdeyî 30 kes mirin

Li Bangladeşê ji ber şewata li konteynirekê, teqîneke mezin rê da. Herî kêm 34 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li qadeke bi 40 kîlometreyî dûrî bendergeha Çîtagong a li başûr rojhilatê welêt, agir bi depoyeke taybet ket.

Li gorî tîmên arkujiyê, agir bi gelek konteyniran ket ku madeyên kîmyewî tê de bûn û ji ber vê yekê teqîn çêbû. Ji ber teqînê gelek kesan jiyana xwe ji dest dan.

Rayedarên xwecihî diyar kirin ku 34 kes mirine, zêdeyî 300 kes jî birîndar bûne.

Hate ragihandin ku rojnamevanên li pey nûçeyê bûn, ew jî di nav de gelek kes winda ne.

Di nava birîndaran de 40 arkuj û 10 polîs jî hene.

Hate ragihandin ku li depoya ku agir pê ket, kincên bi milyonan dolarî hebûn ku wê ji welatên rojavayî re bihatina şandin.