Li Baliyê bi pileya 7 erd hejiya

Li girava Balî ya Endonezyayê bi pileya 7 erd hejiya. Rayedaran hişyariya tsûnamiyê kir û bang li gel kirin ku xwe bidin cihên  bilind.

Li girava Balî ya Endonezyayê piştî erdheja bi pileya 7,0, hişyariya tsûnamiyê li gel hat kirin.

Serokê Geofîzik, Meterolojiî û Desteya Werzê Dwikorita Karnawatî, piştî erhejê derket televîzyonê û banga, “Bila her kes bê panîk xwe bide deverên bilind” kir.

Hate ragihandin ku erdheja îro, 10 km di binê erdê de pêk hatiye.

Hefta borî jî li heman herêmê bi pileya 6,4 erd hejiyabû.

Endonezya li ser herêma “Kemra Agir” e û li vê herêmê gelek erdhej pêk tên.

Sala 2004’an di Okyanosyaya Hîndê de erdhejeke bi pileya 9,3 pêk hatibû û pêlên gelek mezin pêk hatibûn. Di vê erdhejê de 168 jê Endonezyayî bi giştî 220 kesan jiyana xwe ji dest dabû.