Li Bakurê Idlibê dema leşkerên Tirk derbas dibûn teqînek pêk hat

Li Bakurê Idlibê dema hêzên Tirk derbas dibûn, mayînek teqiya.

Li Çerxerêya Ram Hemdan a bajarê Meret Mîsrîn a dikeve Bakurê Idlibê, dema hêzên Tirk derbas dibû, teqînek pêk hat. Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriye (SOHR) ragihand dema mayîn teqiya dengê çekan jî hate bihîstin, ambûlans çûne cihê bûyerê, birîndar rakirine nexweşxaneyê.

Her wiha 3’yê Gulanê jî dîwarên navenda leşkerî ya girêdayî Tirkan a li navçeya Balyûn a li Çiyayê Zawî ya dikeve Başûrê Idlibê ji aliyê hêzên nediyar ve bi roketan hatibû hedefkirin.