Li bakurê Bexdayê 5 çeteyên DAÎŞ'ê hatin kuştin

Li bakurê parêzgeha Bexdayê, di operasyoneke hewayî de 5 çeteyên DAÎŞ'ê hatin kuştin.

Wezareta Parastinê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku di çarçoveya operasyonên tunekirina çeteyên DAÎŞ'ê û bermayên wan de, li Wadî Azîm a li bakurê parêzgeha Bexdayê operasyonek hewayî hatiye lidarxistin.

Li gorî daxuyaniya Wezaretê di encama operasyonê de 5 çeteyên DAÎŞ'ê hatine kuştin. Her wiha hate diyarkirin ku operasyon bi hevkariya Fermandariya Hêzên Ewlehiyê ya Selahedîn, li Wadî Ezîm hatiye kirin ku di navbera parêzgehên Selahedîn û Bexdayê de ye.

Hêjayî gotinê ye ku demeke tevgera çeteyên DAÎŞ'ê li parêzgehên Iraqê ên Selahedîn, Kerkûk û herêmên bi nakok zêde bûye.