Li Awûstûryayê operasyoneke mezin
Li bajarên Graz û Viyana yê Awûstûryayê bi beşdariya sedan polîsan ve operasyonek berfireh hate lidarxistin. Hat diyarkirin ku gelek kes hatine binçavkirin.
Li bajarên Graz û Viyana yê Awûstûryayê bi beşdariya sedan polîsan ve operasyonek berfireh hate lidarxistin. Hat diyarkirin ku gelek kes hatine binçavkirin.
Li gorî Rojnameya Kûrîer operasyona li dijî komên ji kesên Komara Yogoslavya berê pêk tên ku li bajarê Braz hatiye lidarxistin. Li gorî rojnameyê di operasyona li vir de nêzî 800 polîs beşdar bûne.
Li gel Grazê di saetên sibehê de li paytext Viyananyê jî operasyon hate destpêkirin, hat diyarkirin ku hinek kes hatine binçavkirin.
Wezareta Karê Hudir ragihandibû ku nêzî 300 çeteyên ku dixwesatin ji Awûstûrya, Sûriye û Iraqê biçin û di nava van de 50 kes dixwestin welat biterikînin hatibûn girtin. Ji van çeteyan nêzî 40 di şerê li Rojhilata Navîn de hatin kuştin û 90 kes jî vegeriyane Awûstûryayê.