Li Awûstûryayê bi deh hezaran kes li dijî rastgiran daketin qadan

Li Viyana, Innsbruck û Salzbûrgê bi deh hezaran kes tevî baranê li dijî rastgiriya tund ji bo “parastina demokrasiyê” daketin kolanan. Nûnerên DEM-KURD jî bi flamayên YPG û YPJ’ê tevlî xwepêşandanê bûn.

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê li gorî organîzatoran 80 hezar kes li dijî rastgiriya tund li ber parlamentoyê kom bûn. Li Innsbruck û Salzbûrgê jî çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.

Xwepêşandan ji aliyê Black Voîces (Dengên Reş)”, “Fûtûre for Frîdays (Îniyên ji bo Siberojê)”, Konseya Civaka Kurd FEYKOM û Platforma Polîtîkaya Îltîcayê ya Mirovî ve hate lidarxistin. Ji xeynî rêxistinên civakî yên sivîl ku OGB, AK û Carîstas jî di nav de bûn, SPO û Kesk jî beşdarî xwepêşandanê bûn. Di nava beşdaran de ji xeynî civakên olî, nûnerên sektorên çand û hunerê jî hebûn.

Ji Black Voîces Awûstûryayê Mîreîlle Ngosso diyar kir ku ew nuqteyeke pir girîng a dîrokê de ne û encamên zelal ji hikûmetên federal û bajar daxwaz kir.

Ji Meclîsa herêmî ya SPO’yê jî wiha hate gotin: “Hinek ji me zûve ye çenteyên xwe kom kirine yan jî difikirin ku birevin kîjan welatî.”

Berdevka Fûtûre For Frîdays Leîla Krîechbaûm jî ev tişt got: “Divê mirov li dijî tevgerên antî-demokratîk ên ku guhertina avhewayê înkar dikin, derbikeve.”

Nûnerên DEM-KURD jî bi flamayên YPG û YPJ’ê reng dan mîtîngê.