Li Awûstralyayê lehî rabû

Li bajarekî biçûk ê li rojhilatê Awûstralyayê lehî rabû. Gelek mirov ji ber lehiyê tengav bûn.

Li beşeke mezin a eyaleta Galler a Başûr a Nû dawiya hefteyê gelekî baranê lê kir. Lewma lehî rabû û hin bajar îzole bûn.

Şêniyên Eugowra ku bajarekî nifûsa xwe 800 kes e, ji ber lehiyê neçar man biçin ser banê xaniyên xwe.

Ji dîmenan diyar bû ku bajar veguheriye mîna golekê.

Wezîra Rewşa Lezgîn a Eyaleta Galler a Başûr a Nû Stephanie Cooke anî ziman ku tenê li vî bajarê biçûk ji ber lehiyê 140 operasyonên rizgarkirinê pêk anîn û hîn jî zêdeyî 100 kes li ser banê xaniyên xwe ne.

Li gorî meteorolojiyê, li vê eyaletê di nava 24 saetên dawî de zêdeyî 150 hezar carî birûskê veda.

Rojhilatê vî bajarî di nava du salên dawî gelek caran ji ber barana zêde kete bin bandora lehiyê. Herî dawî meha Adarê ji ber lehiyê zêdeyî 20 kes mirin.

Zanyar hişyariyê didin ku germahiya global wê bibe sedema rûdana hîn bêhtir lehiyan.