Li Atlantîkê wê îsal bahoz û bager zêde bibin

Rayedarên Emerîkî dibêjin, demsala bageran a li Atlantîkê wê îsal ji texmînan bêhtir çalak be û di navbera 7 heta 11 salan wê bagera herî bi bandor be.

Li gorî daxuyaniya Daîreya Atmosfer û Okyanûsan a Neteweyî ya Emerîkayê (NOAA) hejmara bahoz u bagerên îsal û dema wan wê zêdetir be.

NOAA'yê diyar kir, ku li gorî rewşa dawî ya li okyanûsê û atmosferê, wê îsal li Okyanusa Atlantîkê ji 7 heta 11 bager rû bidin. Herî kêm 3 heta 6 ji van jî wê lez û bandora wan saetê 178 kîlometre be. NOAA ji sala 1998'an dema ava bûye û vir ve texmînên herî dijwar ji bo îsal kir. Normal salane derdora 6 bager rû didin ku 3 ji wan tund in.

Li gorî daxuyaniyê, di demsala bageran de ya navbera 1'ê Hezîranê û 30'ê Mijdarê bi giştî herî kêm 13 û herî zêde 19 bager dibe ku rû bidin.

Di demsala bager û bahozan de ya li Atlantîkê heta niha 9 bahoz û 2 bager rû dan. Yek ji wan bahoza tropîkal a bi navê 'Îsaîas' bû ku di encamê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi sed hezaran mirov bêelektrîk man.