Li Arjantînê qadeke ji 600 hektarî şewitî

Li gorî medya Arjantînê, ji ber şewata li Parka neteweyî ya Los Alerces a Patagonyayê bi sedan hektar şewitî. Şewat ji kontrolê derket.

Patagonya Arjantînê di bin pêla giran a germa di ser 40 pileyî re ye. Ji ber şewatê qadeke ji 600 hektarî ku di lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCO de ye, şewitî.

Arkujên ji eyaleta Chûbûtê hewl didin ku nehêlin şewat bigihêje bajarokên Esqûel û Trevelîn ên bi 2.000 km'yî li başûrrojavayê Bûenos Aîresê ye.

Serokê departmana rewşên lezgîn, ragihandin û şewata li parka m îlî (ICE) Marîo Cadenas got, "Şewat ji kontrolê derketiye."

Cardenas anî ziman ku şewatê êvara Pêncşemê rû da û ji niha ve zêdeyî 577 hektar qada daristanî şewitî ye.