Li Ahvazê karesata lehiyê: Ji bo 60 hezar kesan biryara tehliyeyê hate dayîn

Ji ber karesaeta lêhiyê ya li derdora Ahvazê  ku li  eyaleta Hûzîstan a bakurê Îranê ye ji bo 60 hezar kesan biryara tehliyeyê hate dayîn.

Rayedarên eyaleta Hûzîstanê ji ber gefa lehiyê ya li ser bajarê Ahvazê ku nifûsa wê 1.3 mîlyon e, li derdora Ahvazê ji bo deh hezaran kesî biryara tehliyeyê da.

Li gorî çapemeniya Îranê wê 60 hezar kes werin tehliyekirin. Serdozgerê eyaletê Gûlamreza Şerîatî got tehliye ji ber tedbîran e.

Ji ber barana bi rojane avên çeman bilind dibin.

Meqamên berpisyar ragihandin ku roja Duşemê ji bo ava çemê Karkeh asteng bikin û berê wê biguherînin kar dikin.

Serokê şaredariya bajêr Mansûr Katanbaf ragihand ku roja Yekşemê mîktarek ava çem veguhestine deşta bakurê Ahvazê.

Roja 8’ê Nîsanê gerînendeyê Nexweşxaneya Gulistanê Meysam Mûazî li ser biryara rayedaran nexweşxaneya Salamatê ya Ahvazê vala kirine û nexweş birine nexweşxaneya Gulistanê.

Roja Şemiye jî ji ber rabûna avê ji bo valakirina şeş bajaran ferman hatibû dayîn.