Li Afganîstanê ji ber êrîşekê 20 kes mirin

Li Afganîstanê ji ber êrîşeke xwekuj 20 kes mirin, 16 kes jî birîndar bûn.

Li navçeya Rûdat a wîlayeta Nangarhar a Afganîstanê, piştî agirbestê di dema merasîma cejnê de êrîşkarekî bombeyên li ser xwe teqand.

Ji ber êrîşê 20 kes mirin ku sivîl jî di nav de hene. 16 kes jî birîndar bûn.

Hîn kesî berpirsyariya êrîşê li xwe negirtiye.

Serokdewletê Afganîstanê Eşref Ganî dabû xuyakirin kuhta 20'ê Hezîranê wan li hemberî Talîbanê agirbesteke demkî ragihandine.

Talîbanê jî diyar kiribû ku ji bo 3 rojên cejna Remezanê wan biryara agirbestê dane.